Seredana PSK li Kurdistana Başurê Berdewam E

Seredana Heyeta PSK, ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, cigirê serokê giştî Selva Baksi û Celal Yildiz, Endamên Meclisa Partiyê Mesud Tek û Veli Colemergî pêkhatiye, berdewam e.

Heyeta PSK roja duşemê (18.11.2024) seredana Hizba Zahmetkeşên Kurdistanê-HZK kir û ji aliyê heyeta HZK, ku ji Sekreterê Giştî a PZK Belên Ebdula, Endamên Polikburoyê PZK Niştîman Kemal, Bêkes Qadir, Şaxewan Ebdulla û endamê Buroya Pêyvendî a  HZK Zozik Sabir ve hate pêşwazî kirinê.

Di giftugoya heyetên da partiyan bîr û bawerî û boçûnên xwe derbareyê pêşhateyên navçe û Kurdistanê, bi taybetî axaftına regezperest û tırkperestê tund Devlet Bahçeli a derheqa Ocalanê da pêşkeşê hevdu kirine.

Hevditina hanê, ku di atmosfereka samimi da bi rêvaçû, carekî dinê nişan da, ku bîr û bawerî û boçûnên herdu alî yên derheqa keşeya kurdistanê da nêzikê hev in, ku herdu alî jî ji vê yekê xweşhal in.  

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik