Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ku Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirên Serokên Giştî Selva Baksi, Celal Yıldiz, Endamê Meclisê Mesud Tek, Nunerên Hewlêrê Welî Koparan pêkhatibû, roja 19.11.2024 li Hewlêrê serdana Ofisa Pêwendîyên Giştî ya Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK) kir.
Heyeta PSKê ji alîyê Serokê Ofisa Pêwendîyên Giştî yê PDKê
Kemal Kerkuki, Alî Ewnî, Nizar Botanî û Layiq Kuremeri ve hat pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê da herdu heyetan derbarê rewşa Kurdistanê,
geşedanên dawî yên li Tirkiyê, Iraqê û Rojhelata
Navîn nêrinên xwe anîn ziman. Herdu
alîyan bal kişandin liser hevkarî û diyalogên di navbera partîyên Kurdiû
yekdengîya hêzên Kurdistanî bi girîng destnîşan kirin.
Ziyareta PSKê ya jibo Ofisa Pêwendêiyên Giştî yê PDKê di
atmosferekê erênî da derbas bû.
20.11.2024
Buroya Çapemenîyê ya
Partîya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)