Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirên Serokên Giştî Selva Baksi û Celal Yıldız, Endamê Meclisa Partîyê Mesud Tek û Nunerê Hewlêrê Velî Koparan pêkhatibû roja 19.11.2024an li Hewlêrê serdana Encumena Niştîmana Kurd li Suriyê (ENKS) kir
Heyeta PSKê ji alîyê berdevkê ENKSê Cedan Alî û nunerên
partîyên ENKSê ve hat pêşwazî kirin.
Di hevdîna heyetên PSKê û EKSê da behsa geşedanên li
Kurdistan û herêmê hat kirin. Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel di axaftina
xwe da li ser nîqaşên dawî yên li Tirkiyê û helwesta Kurdî sekini û got; Divê
hemî alîyên Kurd bi yek dengî pêşwazîya guhertinên li Tirkiyê û Rojhelata Navîn
bikin. Tenê bi helwestekê muşterek Kurd dikarin ji geşedanên ku li heremê diqewimin
istifade bikin.
Di hevdîtina herdu
alîyan da Cedan Alî jî ji ber ziyareta PSKê kêxxweşîya xwe anî ziman û got. Em tevî astengî û zehmetîyan ji
paşerojê bihêvî ne. Divê li çar parçeyên Kurdistanê da Kurd helwesta xwe nêzîgê
hev bikin.
Civîna PSKê û ENKSê
di atmosferekê germ da û berhemdarî xilas bû.
19.11.2024
Buroya Çapemenîyê ya
Partîya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)