PSKê Di Rîya Azadîyê da Bû 50 Salî Bi heman kelecan, hêvî, cesaret û bawerî têkoşana me berdewam dike
Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) 05.10.2024ê civîna
Meclisa Partiyê ya asayî pêkanî, babetên di rojeva xwe da û pêşhateyên siyasî
ku li herêm û Rojhelata Navîn diqewimin nirxand û biryar da ku encamên wê bo
raya giştî belav bike.
Şerê ku salêk berê (07ê Çiriya Pêşin 2023) di navbeyna Hemas
û İsrayîlê da qewimî roj bi roj dijwartir dibe û ber bi şerekî herêmî ve bi lez
pêş dikeve. Di encama êrişên İsrayilê bo ser Xezzeyê bi 10 hezaran kesên sivîl
jiyana xwe ji dest dan, bi rêjeyek mezin cihên niştecîbunê xirabûn, bi sed
hezaran Filistînîyan ji neçarî koç kirin. Ev şerê hanê hêdî hêdî ji qalibê şerê
Hemas û İsrayîlê derdikeve dibe şerê İsrayîl û Îranê û hêzên tundrew yên bi
Îranê ve girêdayî. Daxwazên Rejima Îranê yên pawanxwaz û meshebî yên emperyal
Rojhelata Navîn bi ber şerekî giştî ve pal dide.
Partiya me nîgeranê jidest dana canê kesên sivîl yên vî şeri
ye. Partiya me di çarçoveya prensîbên exlaqî da pişgiriya hewlên çareseriyek di
bingehê wekheviyê da bo meseleya Filistînê
dike. Partiya me bang li civaka navdewletî dike ku pêşiya siyaseta
serkutkirin, şoven û erişkar ya rejima İranê bigirin ku li navxwe û derve
dimeşîne.
Guman têda nîne ku yek ji sedemên bingehîn yên şer û bê
aramiya li Rojhelata Navîn meseleya Kurd û Kurdistanê ye. Neheqiyek dîrokîye ku
gelê kurd ji hemî mafên neteweyî bê par hatiye kirin, welatê wan hatiye
parçekirin, gelek caran ketiye ber komkujîyan û hatiye qirkirin. Ev politikayên
qirkirin, haşatî û asîmilasyonê li hember gelê Kurd têne birêvebirin hem bê
aramî û şer dixulqîne, hem jî guhnedan, tune hisabkirina prensîbên aştî û
wekheviyê yên gerdûnî ye.
Di vê çarçoveyê da partiya me giringiyê dide zaminkirina
destûrî ya deskeftên kurdên li Suriyê bi dest xistî. Lazim e hewlên dagirkirin
û êrişa beramber Herêma Kurd ya Suriyê bi dawî bibin. Jibo parastina deskeftên
heyî û pêkanîna rêveberiyek neteweyî ya rewatiyek bi hêz, divê hemî aliyên Kurd
xudan têgehiştinek bi berspiryarî ya çêkirinê bin.
Politikayên Îranê yên dagirkarî li beramberê wê nerazîbûn û
muxalefetek navneteweyî zêde dike. Di vê pêvajoya hestyar da yekitiya neteweyî ya aktoren siyasî yên Rojhelatê Kurdistanê dê
bibe faktorek bihêz yê hilweşandina rejimê. Avakirina demokrasiyê li Îranê,
azadiya Rojhelatê Kurdistanê bi hevkarî û tifaqek berfireh ve mumkîn e.
Di nav bayê şerê li Rojhelata Navîn da 20ê Meha Çirîya Pêşîn
ya 2024an li Herêma Kurdistana Federe hilbijartinên perlemantoyê dê bêne kirin.
Di wextek ku Hikûmeta Federal ya İraqê jibo nehêlana qewareya Herêma Kurdistanê
kar dike, hewlên jibo lawazkirina statûya Kurdistana Federe û qutkirina beşê
budçeyê, encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê giringtir dike.
Hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ku dê bêne kirin, jibo
hikûmetek bihêz û avakirina deshilatek merkezî derfetek dîrokî ye. Partiya me
baweriyek xurt bi hindê heye ku
hilbijartinên li Herêma Kurdistanê wê di
rewşek demokratik û aştiyane da, bi awayek şehyana demokrasiyê da pêk bên.
Hilbijartinên ku di rewşek demokratik, azad û aştiyane da pêk bên, hem dê
rewatiya perlemanê pêk tê zêdetir dike, hem jî derfetê bo derketina iradeya
azad ya gel desteber dike. Perlemana Kurdistanê ku bi îradeya bihêz ya ji hemî
pêkhateyên kêmnetewe û olî pêk bê, dê baştir
serederiyê ligel kêşe û gefên rû bi rû bûyî bike.
Partiya me hêvî dike ku hilbijartinên perlemantoyê yên 20ê
Çiriya Pêşîn di keş û hewayek demokratik da derbas bibe û em piştrast in ku
encamên ku derdikevin dê standardên demokratik yên Herêma Kurdistana Federe bi
hêztir bike.
Meclisa Partiya me carek dî binê qeyrana aborî ya li
Tirkiyê, xizanî û kûrbuna hilweşîna siyasî û exlaqî xêz kir. Meclisa Partiya me destnîşan kir ku
ev qeyranên pir alî di bingeh da ji ber şopandina politikayên şer û haşatiyê di
meseleya Kurd da ne. Riya çareseriya wê jî di çêkirina destûrek ku hebûna gelê
kurd û mafên neteweyî bi xweve digire da ye.
Meclîsa Partiya me di vê çarçoveyê da gengeşeyên li dor
destûrek nû ji nêzîk ve dişopîne û
pêdivî dibîne ku aliyê Kurd mudaxaleyê vê pêvajoyê bike. Ji derveyî niyeta
deshilatê ya destûra nû, lazim e aliyên
kurd helwestek hevpar pêşve bibin, jibo bicihkirina daxwazên gelê kurd yên
neteweyî despêşxeriyê pêş bêxin. Jibo daxwazên neteweyî yên gelê kurd bêne
rojevê, ev daxwaz bibin malê raya giştî û di vê babetê da piştevanî peyda bibe
gengeşiyên destûra nû weke derfet bikar bînin.
Di heman wext da ev sal 50 saliya avabûna PSKê ye. Têkoşana
PSKê ya 50 salî bo azadiya gelê Kurd, bi rûmet e, pîroz e, bi rêz e. Hezar
silav jibo wan lehengên jin û piyaw ku mil danê, giyanê xwe feda kirine. Bi
heman kelecan, heman hêvî, cesareta mezin û baweriya bêhempa têkoşana me ya
berheq berdewam dike.
Meclîsa Partiya me jibo salvegera damezrandina 50 saliya
PSKê pîroz bike, fedekarî, tecrube û têkoşana nîv qirnî di hiş û biran da
bihêle li Kurdistan, Tirkiyê û Ewrupayê rêze çalaki û şahî amade kirine. Em
piştrastin ku emê van çalakiyan bi gelê me bi awayek girseyî, coş pêkbînin
Gelê kurd xewna xwe ya azadiyê bi têkoşana 50 salan ya bi
rûmet kire hêzek civakî. Amanca li pêşiya me hizra azadiyê bi azadiya
Kurdistanê tacîdar bikin.
07.10.2024
Partiya Sosyalîsta
Kurdistan
(PSK)
Meclîsa Partiyê
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik