Divê Paxşan Azizî Were Berdan

Dadigeha Bilind a Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê sizayê darve kirina Paxşan Azîzî pesend kir.

Paxşan Azizî keçekê Kurd a tekoşer û di warê mafê mîrov û jinan û jîyana civakî da çalakvan e û ji ber xebatên hanê gelek car ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye girtin.

Paxşan Azizî jî wekî hemu çalakvan, bi taybetî çalakvanên jin “şer dijî dewlet” hat tometbar kirin û dadigeh kirinê.

Em biryara Dadigeha Bilind a Komara Îslamiya Îranî a dij-huquqî bi tundî mehkum dikin û daxwaza hêzên aşitixwaz, mirovdost û demokratên Tirkiyê dikin, ku dengê xwe li hemberê biryara bi darve kirina Paxşan Azizî bilind bikin.

Em banga Yekitiya Ewropa û Koma Milletan û saziyên mafê mîrov û mîrovdost yên navnetewi dikin, ku bona azad berdana Paxşan Azizî zexta xwe li ser rejîma Komara İslamî pirtir bikin.

Divê Paxşan Azizî herçi zutir were azad kirinê.

15 Kanuna Paşin 2025

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik