PAK, PSK, TDK-TEVGER:
DI DERBARÊ HERÊMÊN KU ERDHEJ LÊ RÛDANE DA
ÇAVDÊRÎ Û PÊŞNIYARÎYÊN ME
Di roja 06.02.2023yê da du erdhejên bi şîdeta 7.7 û 7.6ê, ku navenda wê navçeya Pazarcik a bajarê
Mereşê bû rû dan. Ev erdhejê bû sebep ku
zerar û têkçûneke mezin a canî û ya malî.
Vê erdhejê, deh bajar û bi sedan navçe
û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijîyan da ber xwe ku
piranîya wan jî li Bakurê Kurdistanê bûn.Li gorî amarên heta îro hatine
ragihandin, hejmara kesên ku divê erdheja Mereşê da jîyana xwe ji dest
dane ji 35 hezarî zêdetir in ; hejmara
birîndaran jî nêzîkî 100 hezar kesî ne.Bi sedan hezar avahî jî rûxane.
Tu şika me jê tune ye ku, zerara
rasteqînî ya canî û malî gelekî mezintir e û dê hîna jî zêdetir bibin.
Erdheja Mereşê wek felaketeke herî
mezin ya vê sedsalê tê pênase kirin. Aşkere ye ku, tesîra însanî, aborî,
civakî, psîkolojîk, tenduristî û demografîk ya vê erdhejê dê bi salan dewam
bike.
Heyeteke hevbeş a PSK, PAK,
TDK-TEVGERê, ji bo tesbît kirina rewşa heyî û
pêwîstîyên wan herêmên ku erdhejê tesîreke gelekî mezin lê kirîye, wek
Semsûr(Adiyaman) , Mereş, Hetay, Dîlok(Entab) û Meletê û li navçeyên van
bajaran, çar rojan li gel mexdûrên erdhejê û
dezgehên sivîl hevdîtinên berhemdar kirin; lêkolîn, seredan û çavdêrîyên
berfireh pêk anîn; beşdarî tazîyeyên wan
malbatên ku qurbanî dane erdhejê bûn.
Piştî seredanên ku heyeta hevbeş a
TDK-TEVGER, PSK û PAKê li herêmên erdhejê kirine, em dixwazin çavdêrî, agahî, û
encamên berfireh yên van seredanan bi gelê xwe, raya giştî, berpirsyarên
dewletê û bi raya giştî ya cîhanê ra parve bikin.
Berîya her tiştî, em bangî her Kurd û Kurdistanîyekî li her
kujekî cîhanê dijîn dikin, da ku ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayên berfireh organîze bikin. Dşvê ev wek wazîfe û berpirsyarîya me ya însanî û
milî bê qebûl kirin.
Herweha ji ber alîkarîyên wan ên ji bo
mexdûrên erdhejê, em spasîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Weqfa Xêrxwazîya
Barzanî, spasîya hemû dewletan, beledîyeyan, partîyên sîyasî û dezgehên sivîl û
kesayetan dikin.
Semsûr (Adiyaman)
Heyeta me, li Semsûrê, li wan gerekên ku di erdhejê da
zerareke mezin dîtine gerîyane, lêkolîn kirine, bi mexdûrên erdhejê, dezgehên
sivîl û dezgehên xêrxwazîyê ra, bi tîmên
hawarhatina kesên ku di bin kavilan da
ne, hevdîtinên berfireh kirin.
Di van lêkolîn, hevdîtin û seredanan
da dîyar bû ku, ji %90ê avahîyan têk çûne, êdî dê nikaribin bêne bikar
anîn.Erdhejêbi taybetî zerareke gelekî mezin gîhandîye gerekên Harhar,
Yeşîlyûrt, Cumhûrîyyet, Kayapinar û Yenîmahalleyê. Tê gotin ku, kolonên hinek
avahîyan berîya erdhejê hatine birrîn û vê yekê jî avahîyên rûxayî zêdetir
kirîye. Ji 1/3ê gelê Semsûrê bajarê xwe terk kirine; yên mayî jî di rewşeke
gelekî zehmet da liberxwe didin da ku jîyana xwe berdewam bikin.
Dewlet, ji bo mirov ji bin kavilan bi
saxî bêne derxistin jî, ji bo rakirina
kavilan jî gelekî dereng maye. Herweha ji bo gîhandina avê, xwarinê û cil û
bergên zivistanê jî dereng maye û di bicîh anîna hewcedarîyên mexdûran da
gelekî lawaz maye. Meriv dikare bêje ku dewletê gel terkî qedera xwe kirîye. Ji
ber van îhmalkarîyan, ji ber dereng gihîştina tîmên hawarhatinê, ji ber di
wexta xwe da û bi awayê pêwîst midaxele nehatîye kirin bi hezaran mirovan
jîyana xwe ji dest dane. Di veşartina cenazeyên qurbanîyan da jî gelek zehmetî
hatine kişandin û van zehmetîna hîna jî berdewam in.
Li Semsûrê rewşeke kaotîk, bi her
awayî bêserûberîyek heye. Ji bo ji bin kavilan bi saxî derxistina mirovan û ji
bo rakirina kavilan tu koordînasyon û hemahengî di navbera dezgehên dewletê da
tuneye.Bi hezaran mirov hîna jî bêyî çadir û konteyneran di wê serma û seqemê
da dijîn. Bi herkesekî ra bêhêvîtîyeke mezin û li her derê derê kaoseke berbiçav heye.
Em bi xwe jî şahid bûn ku, tîmên
hawarhatinê yên Hukûmeta Herêma Kurdistanê, Emerîka, Çîn, Bulgarîya,Koreya
Başûr û Macarîstanê li Semsûrê li ser kavilan di nav hewl û xebateke hêja û
fedakarane da bûn ku, bikaribin mirovan ji bin kavilan sax derbixin an jî kesên
ku jîyana xwe ji dest dabin jî bi ûsûl û rêbazên însanî ji bin kavilan derbîxin.
Lê li gorî agahdarîyên ku me wergirtin,
ji ber ku di navbera rêvebir û
berpirsyar û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê û van tîmên ku ji derva hatibûn
da hemahengî û koordînasyonek rêk û pêk tune bû, xebatên van tîmên ji derve hatibûn mixabin di
asta ku pêwîst bû berhemdar nedibûn.
Di wê dema ku em li Semsûrê bûn, em pê
agahdar bûn ku pêwîstîya nanî bi awayekî
giştî hatîye çareser kirin û êdî di asteke baş da xwarin digihêje mexdûran.
Nuha li Semsûrê pêwîstîyên sereke
evin: Konteyner, tûwaletên mobîl, çadir, betanîye, beqlîyat, firaxên xwarinê,
derman, tupê xazê, sobe, komir, êzing, işildaq, pedê zarokan û jinan.
Li Kehta ya navçeya Semsûrê sê avahî
rûxane û 70 kesî jîyana xwe ji dest
dane.
Tîmên hawarhatinê û alîkarîyên pêwîst
, xwarin û av gelek dereng gihîştine
gundên Kehtayê û gundên din.
Yek ji cîhên herî zêde zîyana
canî çêbûye û avahî lê rûxane navçeya
Golbaşi ya Semsûrê ye. Nifûsa Golbaşiyê 35 hezar e. Li Golbaşiyê nêvîye
avahîyan rûxane, yên mayî jî di wê astê da ne ku kes nikare lê rûne.Xeta fayê di nêva bajêr da derbas dibê û ev jî bûye
sebep ku nêvîyê bajêr têkbiçe. Rêya k udi nêva bajêr da derbas dibe jî tekîya
ye, têk çûye.Di dema ku heyeta me li Golbaşiyê bû, gelê Golbaiyê bajar terk
dikir û Gobaşi bibû bajarekî xeyaletê, wêran û vala.
Pazarcik a navçeya Mereşê navenda
erdheja ewil bû ku bi şîdeta 7.7 rûdabû. Di vê navçeya ku nifûsa wê 60 hezar e,
em dikarin bêjin yek avahîya ku saxleme nemaye.Pazarcik hema hema bi temamî
vala bûye, yên ku karîbûne bajar terk kirine, kolan vit û vala bûn. Malbatên
qurbanîyên erdhejê ji me ra gotin ku wan gelek cenazeyên xwe bêyî kefen
veşartine. Ew kes û dezgehên ku me ji wan agahdarî wergirtin, gotin ku li
gundên Pazarcikê gelek kesan canê xwe ji dest dane. Li gundê Nacar a ku nifûsa
wê 260 kes bûn, ji erdhejê bes 10 kes filitîne.
Em li navenda bajarê Mereşê bûn şahidê
têkçûn û rûxandineke gelek mezin. Gelek tîmên hawar hatinê li ser kavilan
dixebitîn. Di navenda Mereşê da piranîya
avahîyan xesareke mezin dîtine û dê kes nikare tê da bimînin. Piranîya xelkê Mereşê bajar terk kirine.
Nûrdaxi, Islahîye, Kirikhan
Di erdheja Mereşê da sê navçeyên herî
zêdetir zerar dît Nûrdaxi, Islahîye û Kirikhan in.
Meriv dikare bêje ku navçeya
Nûrdaxi ya Entabê hema hema nema ye.Tu
avahîyeke saxlem tune bû. Hêjmara kesên ku jîyana xwe ji dest dane gelekî zêde
ne.
Wan kesên ku em li navçeya Islahîye ya
Entabê bi wan ra axiftin, gotin ku li gorî texmînên me, li Islahîyeyê kesên ku canê xwe ji dest dane ji 20 hezarî
zêdetir in.Li ser erdhejê hefteyek derbas bûye, lê hîna jî di bin kavilan da
însan hene. Gelê Islahîyeyê di nav êş, xem, hêrs, bêhêvîtî û bêçaretîyeke mezin
da ye.
Her çiqas di ragehandinê da zêde behsa
navçeya Kirikhan a Hetayê nayê kirin jî, lê li vê navçeyê jî zerareke
mezin ya canî û malî heye.
Ji ber ku navçeyên Nûrdaxi, Islahîye û
Kirikhanê li ser xeta fayê ne, zerara canî û malî di asteke herî bilind da
ye.Li gundên van her sê navçaya gelek kesdan canê xwe ji dest dane û hîna jî
hinek cîhên ku kesî xwe negîhandîye hene. Ji berk u li ser rêya Nûrdaxi û
Hetayê gelek rê têkçûne, di çûyin, hatinê da astengî û pirsgirêkên gelekî mezin
peyda bûne.
Me li Islahîye û Nûrdaxiyê seredana
hinek malbatên ku kesên wan di erdhejê da jîyana xwe ji dest dane kir û me
sersaxî ji wan ra xwest.
Hetay
Bajarê ku di erdheja Mereşê da zerara
herî mezin dîtîye Hetay e.Bajar bi temamî wêran bûye, xera bûye.Têkçûna li
bajarê Hetayê di asteke tirsonek û xeter da ye.Ji ber ku bajar bi temamî
têkçûye, li gelek cîhan rê hatibûn girtin, ne mimkun bû ku em xwe bigihînin
gelek gerekên bajêr. Her derên bajêr bibû gora kavilan.
Ew kesên ku nuha li Hetayê mane, bi
hêrs û xem û êşeke mezin li bendê ne ku merivên wan ên di binê kavilan da ne,
sax an mirî bêne derxistin.
Heger em rastîya meseleyê bînin ziman;
mixabin êdî bi navê Hetayê bajerek nemaye.Ew Hetay a ku bi pir rengî, pir
kulturî, pir etnîtîseyî ya xwe ve tê nasîn, ew Hetay a ku bi dewlemendîya xwe
ya kulturî û dîrokî tê zanîn; mixabin nuha di bin kavilên erdhejê da wenda
bûye.
Dîlok (Entab)
Ew mexdûrên erdhejê û rêvbirên
dezgehên sivîl yên ku li Entabê em bi
wan ra axivîn, gotin li vî bajarî nêzikî 200 avahîyî rûxane û di 15 avahîyên ku
rûxane da gelek kesan jîyana xwe ji dest dane.Li gorî agahdarîyên heyî, heta
nuha ji 1000î zêdetir mirovan jîyana xwe
ji dest dane. Di dema ku em li nav bajarê Entabê digerîyan, me dît ku bajar bi
piranî vala bûye û gelek kesan bajar terk dikirin.
Meletîye
Me di seredana xwe ya li Meletîyê da,
li gel mexdûrên erdhejê, rêvebirên dezgehên sivîl, dezgehên xêrxawazîyê
hevdîtin kirin û me di derbarê encamên erdhejê û pêwîstîyên heyî da agahdarîyên
berfireh wergirtin.
Li gorî agahdarîyên ku me ji berpirsên
TMMOBê(Yekitîya Odeyên Mîmar û Muhendîsan) wergirtine, li Meletîyê di deverên
nêzî çîyayî û yên binê erdê wê xurt in , zerar kêmtir bûne; lê li deverên ku
erdê wê sist e zerareke mezin çêbûye.
Nifûsa nav bajarê Meletîyê 600 hezar
e. Heta nuha bi temamî 12 hezar çadir gihîştîne bajêr; lê pêwîstî bi kêmanî bi
100 hezar çadiran heye. Hîna jî hinek gundên ku kesî xwe negîhandîyê hene û
gelek kes di binê wan kavilan da ne. Herweha hi bber borîyê avê teqîyane û yên
ava paqij û ava pîs têkel bûne, pirsgirêka ava vexwarinê jî li Meletîyê heye.
Li Meletîyê pêwîstîyên herî berbiçav, çadir, konteyner, sobe, êzing, komir,beqliyat
û av in.
Nifûseke gelek mezin ji Meletîyê bar
kirine û hêjmareke gelekî kêm li
Meletîyê mane.
Dîyarbekir
Li Dîyarbekirê di erdhejê da 350 kesan jîyana xwe ji dest
dane.Gelek avahîyan xesareke mezin dîtine ku êdî kes dê nikaribe tê da bijî. Gelek
kes ji Dîyarbekirê ji bo nevçeyên dor û berê bar dikin.Yên ku xanîyên wan zerar
dîtibin, li çadir, dibisten, holê sporê, mizgeft , dêr û holê dawetan da
dimînin.
Bi xebat û kampanyayên dezgehên sivîl
yên li Dîyarbekirê , pirsgirêkên xwarinê, cîhên lê mayinê û cil û bergan gelekî
kêmtir bûn.
TESPÎT Û PÊŞNIYARÎYÊN ME
A)Tespît û pêşniyarîyên me yên ji bo demeke kurt:
1.
Ji roja rûdana erdheja Mereşê heta îro,
pirsgirêka herî berbiçav ev bûye ku di navbera
dezgehên peywendîdar ên dewletê da koordînasyon û hemahengîyeke pêwîst
pêk nehatîye.Berîya her tiştî divê ev pirsgirêk bê çareser kirin.
2.
Divê di demeke herî zû da, ji bo ku wan
kesên di binê kavilan sax in an jîyana
xwe ji dest dane , ji binê kavilan bêne derxistin.
3.
Ji bo wan kesên ji ber ku xanîyên wan
zerareke mezin dîtîne, divê demildest cîhên lêmayînê bêne tesbît kirin û divê
pirsgirêka wan a germkirinê bê çareser kirin.
4.
Herweha ji bo mexdûrên erdhejê divê bajarên ji konteyner û çadirên zivistanê ve
pêk hatine bêne ava kirin.
5.
Hemû alîkarîyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê bi awayekî adilane,
li ser esasê wekhevîyê û bi heqanîyet bêne belav kirin.
6.
Ji bo rê li ber nexweşîyên ku yek ji yekî digirin bêne girtin, divê tedbîrên
cidî bêne girtin.
7.
Divê ji bo mexdûrên erdhejê xebateke berfireh a alîkarîya psîkolojîk û civakî
bê organîze kirin.
8.
Divê hemû deynên mexdûrên erdhejê yên zerîbê û yên wek wê tune bêne
hesibandin.Divê ji bo esnaf û karsazan kredîyên demdirêjî bê dayin.
9.
Ji bo ku her kesekî mexdûrên erdhejê
bikaribe jîyana xwe bidomîne, divê meaşekî di asta mehaneya herî kêm ji
bo wan bê tesbît kirin.
10.
Divê ji bo zarokan, kesên kêm endam û kesên ku temenê wan mezin in, kesên ku
mihtacî alîkarîyê ne, bernameyên taybet
ên alîkarîyên tenduristî, fizîkî û derûnî bêne pêk anîn.
11.
Li hemû deverên ku erdhejê lê rûdaya, divê hemû pêwîstîyên perwedeyê bêne bicîh anîn.
12.
Divê hemû xebat û bernameyên ji bo alîkarîya erdhejê, bi koordînasyoneke li gel
dezgehên sivîl, rêxistinên meslekî, sendîka, komeleyên mehelî û bi şaredarîyan
ra bêne organîze kirin.Divê dezgehên dewletê
girîngîyê bidin, tecrube, zanîn û
enrjîya van hemû alîyan û feydê ji wan werbigirin.
13.
Hemû tedbîr û xebatên ku ji bo ava kirina bajaran û alîkarîyên ku ji bo
mexdûrên erdhejê têne kirin, divê xwe ji hişmendîyeke ku demografîya herêmê
biguherîne dûr bixe.
B) Tespît û pêşniyarîyên me yên ji bo
demeke demdirêj:
1. Tirkîye û Kurdistan, di herêma ku rîska erdhejê lê zêdeye da ne.Ji
ber vê yekê jî divê hemû warên jîyanê (
perwerde, aborî, zîraet, ava kirina bajaran, veguhestin û yên din.) li gorî vê
rastîyê bêne ava kirin, bên organîze kirin.
2.
Ji bo ava kirina bajaran û bînasazîyê, divê
stratejîyeke li gorî rastîya erdhejê û zanistê bê danîn.
3.
Ji bo têgihîştina wate û tedbîrên erdhejê divê girîngîyeke taybet di bernameya
perwerdeyê dabê bicîh anîn.
4.
Em dizanin ku ‘’Yê mirovî dikuje ne erdhej e; avahîyên ne li gorî prensîbên
endazyarî hatine ava kirin mirovî dikujin’’. Ji bo ava kirina avahîyên ku
bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke teybet a stratejîk bê ava
kirin.
5.
Ji bo pêkanîna şaristanîyeke bitendurist û hûnandina hişmendîya civakî ya di
derbarê erdhejê da, berîya her tiştî divê têgihîştineke demokratîk û însanî bê
ava kirin û ev jî bi ava kirina atmosfer
û bingeheke sîyasî ve girêdayî ye.
6.
Ji ber vê yekê jî, divê dev ji sîyaset û kiryarên antî demokratîk, dev ji gendelî, navendîya
hişk û keyfî û totalîter bê berdan.
7.
Ji bo ku Tirkîye û Kurdistan rû bi rûyî encamên xerab yên felaketa erdhejê
nebin, berîya her tiştî divê gavên acîl yên ji bo sîstema ademî merkezîyetçîyê,
ji bo rêveberîyeke demokratîk û azadîwaz bêne avêtin.
8. Ji bo ku îmkanên madî û zanyarîyên heyî ji bo rêlibergirtina rîskên erdhejê bêne serf kirin û bajarên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew îmkanên ji bo şerî û çekan têne serf kirin bêne rawestandin, dawî li şerî jî û li çalakîyên çekdarî jî bêne anîn; divê pirsa Kurd û Kurdistanê li ser esasê wekhevîya du miletan, du welatan û bi pêk anîna azadîyê bê çareser kirin.Piştî ewqas tecrubeyên bi êş û xeman ve dagirtî, em dibêjin em dikarin vê pêk bînin û divê em pêkbînin jî. 16.02.2023
PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)