Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel roja 12.11.2023an li
Nivîsgeha Hewlêrê pêşwazîya heyetekê Partî Yekitî Kurdistana Suriyê kir. Heyeta
Partî Yekîtî Kurdistana Suriyê ku ji İbrahim Biro (Endamê Politburo) û Newaf
Reşit (Endamê Politburo û Nunerê Partîyêli Hewlêrê) pêhatibû di serlêdana PSKê
da derbarê Rewşa Kurdên Suriyê agahdarî dan û
eşkere kirin ku pêwendiyên xwe û PSKê xurt bikin û pêş da bibin.
Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî xêrhatina heyeta Partîya
Yekîtîyê kir û bal kişand li ser wê yekê ku bi vekirina Nivisgeha Hewlerê dê
pêwendiyê PSKê û partiyên Rojhelat, Rojava, û Başurê Kurdistanê hîn xurtir
bikin û jibo pêkanîna siyasetekê muşterek Kurdistanî hewl bidin.
Cihgirê Seokê Giştî yê PSKê Selva Baksi, Celal Yıldız,
Serhat Bozhan û Nunerê Hewlêrê Weli koparan jî di hevditinê da cîh girtin.
Hevdîtina PSK û
Partîya Yekîtîyê bi serkeftî û berhemdar
derbas bû.