Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Mêrdîn û Qoserê seredana sazîyên sivîl kirin.
Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê, îro 29.03.2022yê li Mêrdîn û Qoserê seredanên gelek komel û sazîyên sivîl kirin..
Roja 29.03.2022yê Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn û Qoserê serdana Komela Tuxûbîyan(Omerîyan), Yekîtîya Rojnamevanên Mezopotamîya, Komela Rojnamevan û Nivîkarên Qoserê û Sendîkaya Perwerdehê/Egitim Senê kirin.
Heyta Hevbeş ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar û Endamê Meclîsa PAKê Şêxmûs Unal, Endamê reveberîya TDK-TEVGERê Kemal Adar û Endamê desteya Kargerî a Nevendî (DKN) û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî pêkhatî, bi armanca danasîna Daxwazên Acîl yên miletê Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên sazîyên sivîl û rûsipîyan, pêşî serdana 5 sazî û dezgehên sivîl kirin.
Berdevkê heyetê eşkere kir, Heyetê di derbarê daxwazên Acîl yên Kurdan de zanyarî dane û bi nivîskî Bernameya Daxwazên Acîl pêşkêşî van dezgehên sivîl kirine. Ji wana daxwaz kirine ku vê Bernameya Daxwazên Acîl wek pêşnîyarî bibînîn û gotine "heger bo zêdekirin an kêmkirinê pêşnîyarên we hebin me agahdar bikin".
Berpirsên sazî û dezgehên sivîl jî, sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha gotine ewê pêşniyarên xwe pêşkêşê wana bikin.
Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKyê girtîye; dê seredanên xwe yên li Mêrdîn û herêmê berdewam bikin.
Rûpela Nû