Li
seranserê cîhanê remz û sembola hemû neteweyan heye. Ala rengîn jî remz û
sembola miletê Kurd e.
Di roja
17yê Çileya Pêşîn a 1945an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê komeke
gêncên Kurd ku endam û pêşmergê PDK- Îran bûn, Ala Kurdistanê li ser avahîya Mehkemeya
Mehabadê ve darve kirin.
Parlamentoya
Herêma Kurdistanê di roja 11yê Mijdara 1999an de 17yê Çileya Pêşîn weke Roja
Ala Kurdistanê îlan kir.
Ala
Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûl kirin, di 1920’î de ji alî Teşkîlatî
Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûl kirin.
Di 1927 an
ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê
Agirîyê hate bilind kirin.
Ala
Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Paşîn
1932) bi rengîn hatîye çapkirin.
Hikûmeta
Komara Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye
Cemîyetîyê ve hatibû tesbît kirin qebûl kir. Lê, li kêleka roja wê, rismê du
simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi
guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara
Kurdistanê qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Pêşewa Qazî
Muhemmed Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir
û weha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê
nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."
Ev Ala ya
Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve ji 101 sal e ku wek Ala ya Kurdistanê tê
qebûl kirin.
Ev roj roja
ku bi hestên neteweyî, niştimanî lê xwedî derketin û hildana Ala Kurdistanê ye.
Divê ev ala ji bo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Ala ya Kurdistanê bê qebûl
kirin.
Em wek Partî û Rêxistinên Şaxên li dervayî Welat kû li xwarê hatine bi navkirin, Roja Ala Kurdistanê, bi ruheki neteweyî û bi dilekî germ roja Ala Kurdistanê li gelê Kurd pîroz dikin.
HER TIM
BİLİNDBE ALA RENGÎN
PDK, PSK,
PAK, PDK- Îran, PDPK-S, PDK- Rojhilat, PDK-S, PAK-Rojhilat,PDKS (PARTÎ), PYK-Sûriye,Tevgera
Çaksazîya Kurd- Sûriyê, Şepêla Pêşeroja Kürdistana Sûriyê.