Encamnameya Meclisa
Partiyê a PSKê;
“Oprerasyonên leşkeri
ne çareserî ne; Divê pirsa Kurd bi rêya sîyasî bê çareserkirin…”
Meclisa Partiyê a PSKê ku di Sêyemîn Kongreya Asayî a
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê ku roja 30.10.2022an li Diyarbekirê lidarketibû
da hatibû hilbijartin, civîna xwe ya ewil rojên 19-20ê Cotmehê 2022an da li
Enkerê pêkanî.
Di civîna Meclisa Partiyê a PSKê da hewcedarîyên fermî yên
Sêyemîn Kongreya Mezin cîbicî bûn, mijarên rojevê hatin nirxandin, Licneya
Rêvebirîyê a Navendî hat hat hilbijartin û biryar hat dayîn ku encamên li jêrê
ji bo raya giştî bên belav kir.
Meclisa Partiyê a PSKê di civîna xwe da rewşa sîyasî gotûbêj
kirîye û li gor pêşbînîyên geşedanên sîyasî ku dê li Tirkiyê û Kurdistanê
biqewimin bername û teqwîma xebatê a jibo sala pêş amade kirîye û kar û erkan
parve kirîye.
Di civîna Meclisa Partiyê da hilbijartinên parlamentoyê û
serokkomariyê yên sala 2023an jî hatine nirxandin û jibo helwest û sîyaseta
PSKê a derbarê hilbijartinan da prensîb û çarçoveyekê pêwîst hatîye eşkere kirin.
Di civîna Meclisa Partiyê a PSKê da hat dîyar kirin ku siyaseta înkar û şiddetê a ku Tirkiye derbarê mesela Kurd da rêvedibe, Tirkîyê tuşê qirîzekê wisa piralî kirîye ku êdî nayê meşandin. Ev rewşa hanê jî guhartinê li ser Tirkiyê ferz kirîye. Divê li Tirkyê jibo normalîzekirina rewşa sîyasî û safîkirina pirsa Kurd demildest gav bên avêtin û herwisa divê alîyên sîyasî yên Kurd li ser daxwazên muşterek tefaq bikin û mudaxîlê pêvajoya sîyasî bibin.
Meclisa Partiyê herwisa balê kişandiye li ser biryarên ku
Sêyemin Kongreya Mezin a PSKê da hatine girtin û ji bo cîbicîkirina van
biryaran îradeyekê xurt eşkere kirîye.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di pêşedemê da ;
1.
Ji bo bikaranîna zimanê kurdi di hemî qadên
jîyanê da û jibo zimanê kurdî wek zimanê perwerdeyê û zimanê fermî bê qebûl
kirin,
2.
Ji bo 100 salîya wê da Peymana Lozanê carek din
bi hemî awayî bê nîqaşkirin û encamên wê yên neyînî yên ji bo miletê Kurd bên
betalkirin,
3.
Jibo pêkanîna tefaqekê Kurd ya herî berfireh,
4.
Ji bo piştgirîya berxwedana meşru a gelê Kurd
yên Rojhelatê Kurdistanê û hemî gelên Îranê yên li seranserê vê welatî,
5.
Ji bo parastina destkeftîyên neteweyî û dîrokî
yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna tefaqa hêzên Kurd li Rojavatê Kurdistanê,
6. Ji bo vegera heval û hevreyên berê li nav refên PSKê,
dê bi biryar tevbigere û kar û erkan cîbicî
bike.
Di civîna Meclisa Partiyê da bûyerên van rojên dawîn jî
hatine nirxandin;
Êrîşên artêşa Îranê yên li ser baregehên partîyên Rojhelatê
Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û yên li ser bajarên Kurd yên wek Mahabdê
bi tûndî hatin şermezar kirin. Rejima Îranê ya xwînrij ku li himber berxwedana
rewa ya gelên Kurd, Azerî, Belûcî û Ereb ketîye tengasîyê, bi van êrîşan
dixwaze balê ji pirsgirekên rasteqîn dûr bixe û qelsîya xwe veşêre.
Civînê da herwisa hatiye ragihandin ku Tirkye bi hinceta
PKKê li Herêma Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê gelek cîh û waran bombebaran
kirîye û di encama van erîşan da gelek kesên sivîl jîyana xwe winda kirine.
Herwisa dubare bala wê yekê hatiye kişandin ku operasyonên eskerî û êrîş ne
çareserî ne, divê pirsa Kurd bi rêbazên sîyasî û bi diyalogê bê çareserkirin.
Di dawîya civînê da Licneya Rêvabirîyê ya Navendî hat
hilbijartin û dûbare hat teyiîd kirin ku Partîya Sosyalîst a Kurdstanê li gor
misyon û erkê xwe yê dîrokê, dê ji bo azadîya gelê Kurd û bidestxistina demokrasiyê
li Tirkiyê dê bibiryar têbikoşe.
Meclisa Partîyê a
Partîya Sosyalist a Kurdistan
(PSK)