Platforma navçeyîya KESKê îro li Amedê mitîng û
xwepênîşanekî girseyî li darxıst.
Mitîng li qada îstasyonê hat li darxistin.
Mitinga ku ji hêla Platforma Navçê a KESKê bi rêve çû, bi armanc
û di bin şîara “Ked, aşîtî û azadî” de pêk hat.
PSK şaxê Amedê jî bi alên Partîya xwe û bi girseyî bi û şîarên
“ Bijî Kurdistan, Demokrasî Bo Tirkîyê, Azadî Bo Kurdistan” tev li mitîng û xwepênîşandanê bûn.
PSKyî bi germayî hatin pêşwazî kirin. Şîarên PS yîyan ji
hêla bêşdarvanan ve jî bi girseyî hat dubare kirin.
Çapemenîya Kurd û Tirk ji bi balkêşî ve miting û
xwepênîşandanê şopandin.
Her weha bi PSK yîyên bêşdarê xwepênîşandanê re hevpeyvînan
pêk anîn.
Mitîng û xwepênîşandana Amedê bi aramî û serkeftî dawî lê
hat.