Di tarîx û diroka gelê Kurd de komkujîya Dersimê û
îdamkirina serokê berxwedana Dersimê Seyîd Riza rojek xemgîn û rûpelekî reş digre.
Devleta Tirk bi dadgehek xapînok Seyid Riza,
kurê wî Husen û hevalên wî dadgeh dikin û di 15.11.1937an de
serokê berxwedanê Seyid Riza, kurê wî Hisen û 5 kadroyên serhildanê li Xarpêtê
di meydana genim da nîvê şevê darda dikin. Li ser wê bûyerê û komkujîyê 85 sal
derbas bûye û hîna jî cîyê gora wan şehîdan ne diyar e.
Wexta ku Seyid Riza û hevalên wî tên dardakirin,
serokkomarê Tirkîyê Mustafa Kemal jî li Xarpêtê bû.Dîsa weke ku di
dokumen û arşîva resmî ya devleta Tirk de jî dîyar e, wezîrên komara Tirkîyê di
4ê Gulana sala 1937an de di meclîsa Tirk de li ser Dersimê civînekê pêk tînin û
di wê civînê da biryar tê girtin ku erîşek leşgerî bişînin ser Dersimê.Piştî biryara wezîran, artêşa Tirk jî alikî da
êrîşên bejayî ji alîyê din jî bi balafirên şer êrîşî gelê me yê li Dersimê
dikin. Di van êrîşan da bi deh hezaran Kurdên sîvîl ten qetilkirin. Kesên
ku tên girtin dikin şikeftan û di şikeftan da
tên şevitandin. Pir kes jî ji ber ku fîşengên dewletê heba nebin bi kevir û
daran tên kuştin. Barbarîya dewleta Tirk bi wan jî namîne, bombeyên jahrê li
hember gel bi kar tînin. Di wan êrîşên hovane da gund û malê Kurdan jî tên
şewitandin. Hin kes ji ber ku nekevin destê leşkerên Tirk, xwe davên çeman.
Dewleta dagîrker a Tirk îro jî li hember Kurdan sîyasetek
qirêj û dijminane dimeşîne. Hemû daxwazên netewa Kurd tên red kirin. Ji bo
çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê tu gavên erênî
navêjin. Bi kurtî, li dijî gelê Kurd li bakurê welêt neheqîyek mezin heye.
Em wek Partîya Sosyalis ta Kurdistan-PSK
komkujîa ku dewleta Tirk li hember gelê me li Dersimê pêk
anîye û dardakirina serokê berxwedanê Seyid Riza û hevalên wî bi tundî şermezar dikin.
Em bangî hikûmet û dewleta Tirk dikin û dibên gora Seyid Riza û hevalên wî li ku derê ye aşkere bikin. Em wek nevîyên wan dixwazin cîyê kalikê xwe bizanin.
Di 85 salîya dardakirina serokê berxwedana Dersimê Seyid Riza û hevalên ku pê ra hatine dardakirin û di şexsê wan da hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Rihê wan şad, cîyê wan bihuşt be.
14.11.2022
PSK-Partiya Sosyalista Kurdistan