Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê roja 28.03.2022yê li Mêrdîn û Qoserê seredanên gelek komel û sazîyên sivîl kirin..
Roja 28.03.2022yê Heyeta hevbeş ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Mêrdîn û Qoserê serdana Federasyona Mixtaran ya Tirkîyeyê Şaxa Qoserê, Odeya Sinaîya Qoserê, Federasyona Civakî ya Mêrdînê, Odeya Zîreetê ya Qoserê, Komela Cotkaran ya Qoserê, Berhêmkar û Kargêrî ya Garisê ya Başûrê Rojhilat, Komela Dêrik û Mazîdaxê kirin.
Heyeta Hevbeş ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar û Endamê Meclîsa PAKê Şêxmûs Unal, Endamê reveberîya TDK-TEVGERê Kemal Adar û endamê Desteyê karger a Navendî (DKN) û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî pêkhatî, bi armanca danasîna Daxwazên Acîl yên miletê Kurd û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên sazîyên sivîl û rûsipîyan, pêşî serdana 7 sazî û dezgehên sivîl kirin.
Berdevkên heyetê di derbarê daxwazên Acîl yên Kurdan de zanyarî dane û bi nivîskî Bernameya Daxwazên Acîl pêşkêşî van dezgehên sivîl kirine.
Ji wana daxwaz kirine ku vê Bernameya Daxwazên Acîl wek pêşnîyarî bibînîn û gotine "heger bo zêdekirin an kêmkirinê pêşnîyarên we hebin me agahdar bikin".
Hemî berpirsên sazî û dezgehên sivîl jî, sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha gotin ewê pêşniyarên xwe pêşkêşê wana bikin.
Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKyê girtîye; dê seredanên xwe yên li Mêrdîn û herêmê berdewam bikin.
Rupela Nu