10
sal berê niha, firokeyên cengî yên dewleta Tirk li Qilebanê (Roboskî) êrîş
kirine ser xort û zarokên Kurd, ku bona bazirganiyê hatin-çûyina Kurdistana
Başur dikirin. Di encama êrişa hanê da bedenê 34 kes ji wan xortan perçe-perçe
bûn.
Paş
deh salan jî êşa Roboski û bêhiya malbata qurbanan her berdewam e, ji ber ku
berpirs, amadekar û cibe ci karên qetliema hanê nehatine diyar kirin, azad in
û di nav me da ne.
Karbidestên
Tirkiyê, her wekî qetlîemên berê a dewletê, serpoşiya qetlîema Roboskî jî,
kirin.
Ne
tenê nehiştin, ku efserên Tirk, ku destura êrîşê dane û beşdarê operasyonê bûne
werin dadigeh kirinê, her usa hinek sazî û kes û malbatên qurbanan dane
dadigehê. Ji ber ku bertek nişan dane û daketine kolanan û daxwaz kirine, ku
encamderê qetliemê bêne eşkere û dadigeh
kirinê.
Malbatên
qurbanan hatine dadigeh kirinê ji bona ku dixwastin qetilên kurên xwe binasin.
Bona
vê yêkê tawanbarê serekî dewleta Tirk e, hikumeta AK Partî ye.
Ji
bona, ku heya niha jî berpirsên qetlîemê nehatine destnişan û dadigeh kirinê,
dewlet li tawanê xwe mîkur nehatiye, bîrina Roboskî hê cebar nebûye û xwîn jê
tê û bêhiya malbatan wê her berdewam be.
Di
salroja xwe da Qetlîema Roboskiyê carekî dinê mehkum dikin.
Êşa
malbata qurbanan êşa me ye û piştgiriya xwe li xebata wan dubare dikin, ku bona destnîşan kirina kiryaran hewl didin.
Dewlet
û hikumeta AK Partî ji bona ku qetliema bide ji bîr kirinê, gelek hewl didin.
Lê hemu hewl û cehda wan bedilhewa ye.
Em
qetliema Roboskiyê ji bîr nakin û nahelin were ji bîr kirinê.
27
Sermawez 2021
PSK-
Partiya Sosyalîsta Kurdistan
Ofîsa
Ragihandinê.