Êrîşa DAIŞ a terorist û xwinxwar û hov bo ser Pêşmerge û
Kurdên sivil berdewam e.
Şeva borî li navçeyê Maxmurê ji ber êrîşa dawî a DAIŞê hov 9
Pêşmerge şehîd û çend kesên sivil şehîd bûne.
Em bi tundî êrîşa hanê mehkum dikin.
Êrişa dawî carekî dinê nişan da, ku bê hebûna hêzên Pêşmerge
di “navçeyên nakok” da ewlehiya gel û aramî misoger nabe. Bona vê divê Pêşmerge
vegere navçeyên hanê û divê herçi zutir Xala 140 a Desturê Iraqê were ci be ci
kirinê.
Em banga Koma Miletan (UN), saziyên navnetewi dikin, ku
fişar li Hikumeta Baxda bikin, daku Xala 140 a Desturê Iraqê ci be ci bike.
Em careki dinê banga karbidestên Baxda û hêzên Hevpeymanê
Navnetewi dikin, ku jiyan û ewlehiya Kurdan, ku di “navçeyê nakok” da ne, biparêzin.
Em Serxweşiya xwe pêşkeşê Wezereta Pêşmerge û bi rêka Wezaretê
ve pêşkeşê malbat û kes û kar û hevsengerên Pêşmergeyên şehîd dikin.
Rureşi û neman bo DAIŞê merivkuj!
Rûhe şehîdan şad be.
03.12.2021
PSK-Partiya Sosyalist a Kurdistan