TEKSAV berdewame bi gihandina harikariyan
18.02.2023 li
Diyarbekirê TEKSAV ê dirêjî bi belavkirina xurek û tiştên pêwist yên nav
malê da.
TEKSAV ê Di xebata xwe ya jibo gihandina harikariyan jibo
kesên xanî, avahiyên wan xirabune û ji derve, di xîvetan da stara xwe dikin
roja 17.02.2023 yê li Diyarbekrê dest bi belavkirina alikariyan kiribu. Her di
berdewamiya wê alikariyê da 18.02.2023 yê li tax û cihên cuda deste harîkariyê
gihandin mexdûrên erdhejê.
Rêvebir û xebatkarên TEKSAV ê diyar kirin ku ew dê berdewam
bin di gihandin û belavkirina alikariyan li wan bajar û cihên dî ku erdhej lê
çêbuye. Bo vê mebestê ew li nav hewldanên berfireh da ne.