Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSKê ) ku ji Serokê
Giştî Bayram Bozyel, Endamên Komîta Rêvebir û Serokê Şaxa Mêrdînê Salih Omeri, Ahmet
Kılıl, Endamên Meclisa Partîyê Emin Karakulak û Nevzat Baykal pêkhatibû, roja
16.07.2024an da li Mêrdîn û Qoserê dezgeyên sivîl ziyaret kir.
Di çerçoveya zîyareta Mêrdîn û Qoserê da Serokê Giştîyê yê
PSKê Bayram Bozyel û hevalên xwe bi Şerif Öter Serokê (MTDF) Federasyona
Hevkarîya Civakî a Mêrdînê ra, bi Mikail Erbeyî Serokê Komela Cotkaran ra,
Hanifi Müslümoğlu Serokê Komela Hilberên Garis ra, İsmail Elik Serokê Baroya
Mêrdînê ra û Veysi Parıltı Serokê İHDê û hevalên wî ra civîyan û hevdîtinan
çêkirin.
Di hevdîtînên Qoserê da serokên komelên sivil Şerif Öter, Mikail
Erbeyî û Hanifi Müslümoğlu bi dirêjahî derbarê pirsgirekên aborî, civakî, rewşa
cotkaran û derbarê çandiniyê da gazindên xwe anîn ziman, siyaseta dewletê
rexnekirin û pêşnîyarên xwe diyar kirin.
Serok û berpirsên komeleyên sivil û civaki yên li Qoserê bi
giranî bal kişandin li ser siyaseta dewletê a li heremê û gotin; “Dewlet bi
destê TEDAŞê xelkê Qoserê, bi taybetî jî
cotkarên heremê dişelihîne, wan dixe binê deynan û icrayê dide ser mal û milkê
wan. Ji ber bûhayê elektirîkê, toxim û alavên ziretê li heremê çandinî kêm dibe
û cotkar rojbiroj feqîr dibin.
“Herwisa tevî ku ev
çil sal e Projeya GAPê çêbûyê, hîna jî qenalên/cuyên avê negîhiştinê Qoserê û
cotkarên vê heremê ji neçarîyê bi elektirîkê avê ji bîran dikişinin. Ev jî bûye
sebebe wê yekê ku ava bin erdê her ku diçe kêm dibe û derxistina avê zehmetir
dibe.
Serokê dezgeyên sivîl di axaftinên xwe da anîn ziman ku
deşta Qoserê û axa heremê bi xêr û berhemdar e û bi serê xwe dikarê tevayîya Rojhelata
Navîn xwedî bike. Lê ji ber siyaseta dewletê xelk di nava dewlemendîyê da
xizanîyê dijî…”
Serokê Baroyê û İHDê jî derbarê bê edeletî (bêdadî), neheqî
û binpêkirina mafên mirovan Heyeta PSKê agahdar kirin. Jibo hevakarî û
xurtkirina diyaloxa navbera partîyên Kurd daxwaz û pêşnîyarên xwe anîn ziman.
Di ziyaretên dezgeyên sivîl yên li Mêrdîn û Qoserê da Serokê
PSKê Bayram Bozyel jî li ser sê xalan axifî û got:
Siyaseta dewletê a li ser dijayetî û inkara Kurdan têk çûye
û nayê meşandin. Ji ber şer û pevçunên dijê Kurdan hemî dezgeyên dewletê felc
bûne. Bihayî, xizanî, birçîtî, bêehleqî, rizandin ji hedê xwe derketîye.
Hilbijartinên 31 adarê da kêmbûna dengên AKPê nişan dide ku ne tenê gele Kurd,
gelê Tirk jî ji vê siyaseta heyî nerazîye û daxwaza guhartinê dike.
Bozyel di dewamîya axaftina xwe da got; Di vê rewşê da
erkekê mezin dikeve li ser milê partîyên Kurdan. Roja îroyîn da gelê Kurd ji
hemî wextan hişyartir e û dizane çi dixwaze. Divê Partiyên Kurd li gor daxwaz û
hêvîyên gel stratejiyekê neteweyî pêkbînin û li ser dawxazên hevpar yên gelê Kurd bi hev ra kar û xebat bikin.
Serokê PSKê Bozyel di axaftinên xwe da li ser girîngîya
dezgeyên sivil sekini; Divê hûn jibo çareserîyê tenê benda partiyên siyasi nemînin.
Karên siyasetê tenê nesipêrên partîyên siyasi. Divê li her deverê/mintiqeyê da hemî
dezgeyên sivil werên ba hev, platformên berfirek çêbikin, û zextê li hikumetê,
îdareyên heremî û partîyên siyasi bikin da ku problem zutirîn safi bibin. Divê
bê zanîn ku tu hêz nikare daxwazên dezgeyên sivil piştguh bike.
Ziyaretên PSKê yên li Mêrdîn û Qoserê bi berhemdar û
serkfetî birêveçûn û di atmosferekê germ û dostane da xelas bûn. Hat ragihandin ku zîyaret û hevditinên bi vê
awayî wê dewam bikin.
17.07.2024
Buroya Çapemenî a PSKê