Navnîşana Alikariyan Bajarê Manisa Bu
PSKê alikari gehandin wan malbatên ku piştî erdheja 6 Subat
a 2023 yê ji Meraş û Semsura bakûrê Kurdistanê berê xwe dabun
bajarê Manisa û li herdu qezayên Yunus Emre û Saruhan bicih bibun .
Şandeya ku Cîgirê
Serokê Giştî yê PSKê Newzad Teker, Serokê Şaxa Manisayê Bedir Çinar û Dengbêj
Rasim Elitaş têde bun, di çarçoveya xebatên xwe yên piştevaniya ziyandîtıyên
erdhejê, alikariya nexdî , erzaqê xwarinê û pêwistiyên jiyana rojane li
malbatên mexdurên erdhejê belavkirin . Rêvebirên PSK diyar kirin ku ligor
imkanên di deste wan da heyî ew dê berdewam bin li piştevanîkirina birayên xwe
yên ziyandîtiyên erdhejê.