50 Salîya PSK li Wupprtal a Almanya bi coșek mezin hat pîrozkirin

Rêxistina PSK a Navenda Almanya di 30.11.2024 de şahîya pîrozkirina 50 Salîya PSKê pêkanî.

Şahîyê bi axaftina vekirinê ji teref Newroz Bawer destpêkir. Newroz Bawer di axaftina xwe xêrhatina mevanan kir. Paşê beşdaran bi xwendina sirûda Ey Reqîp bona rêz girtina şehidan deqiqeyek bê deng rawestan.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan kadro û kedkarê PSKê yê herî temendirêj  Pîr Riza derket ser dîkê û Pîr Riza jî bixêrhatina mêvan û beşdaran kir.

Piştî pîr Riza, serokê berê yê PSKê birêz  Mesûd Tek bi navê  PSKê dest bi axavtinê kir. Mesûd Tek di axavtina xwe da bi kurtî li ser xebata PSK a 50 salî sekinî û xebat û tekoşîna PSK pêşkêşî beşdaran kir.

Serokê giștî yê PSKê birêz Bayram Bozyel jî peyama pîrozbahîyê șandibû. Peyama birêz Bayram Bozyel ji alî kadroyê tekoşer û kedkar birêz Sîdar Bîngol ve hat xwendin.

Hejayî gotinê ye ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê gelek Kurd û nunerê gelek partî, rêxistinên demokratik, rewşênbîr û kesayetên naskirî beşdarî șahîya 50 salîya PSK  bûn.

Rêxistina PDK liqê 6 peyamek pîrozbahîyê șandibû șahîyê. Peyama liqê 6, ji hêla hêja Kek Ahmed hat xwendin.

PDK-Îran bi heyetekê beșdarî şahîyê bû û Peyama PDK-İ ji terefê hêja kek Sultan ve hat xwendin.

Niviskar û sîyasetvan brêz Bayram Ayaz ji di şahîyê da beşdar bû di axaftinê xwe da 50 salîya PSK pîroz kir.

Heyetek ji PDPK-S  bi serokatîya Selman Heso beşdarî şahîyê bû û peyama pîrozbahîyê xwend.

Berpirsê ENKS yê Ewrupa  birez Necah Hevo  jî peyama pîrozbahîyê şandibû şahîya PSKê. Peyama ENKS ji terefa Newroz Bawer ve hat xwendin.

Partîya Yekitî ya Demokrata Kurdistan-Sûrîye Rêxistina Ewrûpa peyama pîrozkirinê şandibû şahîya PSK û bi heyetekê beşdarî şahîyê bû.

Serokê Partîya Îslamîya Kurdistan-PÎK birêz Hîkmet Serbilind peyama pîrozbahîyê şandibû. Bi navê PÎKê Sabrî Eryigit beşdarî şahîyê bû. Peyama Serokê PÎKê ji teref Newroz Bawer ve hat xwendin.

Bi navê Partîya Dêmokrata Kurd li Surîyê (Parti) birêz Akram Ahmed beşdarî şahîyê bû û peyama partîya xwe xwend.

Platforma Rêxistinên Kurdistan li Almanya-Hevkarî peyama pîrozbahîyê şandibû şahîya PSKê. Peyama Hevkarî ji teref Hisam Amedî ve hat xwendin.

Li ser navê Partîya Demokrata Kurdistan li -Sûrîyê  Bavê Asad û Ferît Xoce beşdarî şahîyê bün û peyama partîya xwe pêşkêşî komîta şahîyê kirin.

Heyetek li ser navê PYK li Surîyê berpirsên Ewrûpa peyam dan komîta amedekar û beşdarî şahîya 50 salîya PSK bûn.

Nûnera Federsyona Komelên Kurdên Navnetewî  ya Sovyeta berê xuşka Guhar Mamo beşdarî şahîyê bû û peyama pîrozkirina 50 salîya PSK xwend.

Serokê Federsyona Komelên Kurdistan li Almanya hêja Nader Doxatî peyama pîrozkirinê xwend û 50 salîya PSK pîroz kir.

Serokê Navenda Revenda Kurdistan li Almanya Abdulla Cindî peyama pîrozbahîya rexistinê xwend.

Bi navê Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûrî  hêja Rêzan Şêxmûs jî beşdarî şahîya PSK bû.

Siyasetvana Kurd Gauman Husseîn ku ji Rojavaya Kurdistanê ye beşdarî şahîyê bû.

Niviskarê Kurd hêja Baran Hemze beşdarî şahîya PSK bû û di şahîyê da axaftinek kir.

Dostên qedîm û welatparêzen hêja Dr. Hikmet Agah Şîkakî jî beşdarî şahîyê bû, di axavtinê xwe da 50 salîya PSK  pîroz kir.

Rojîn Cegerxwîn, Parêzer Cemîl Îbrahîm, Dr. Huseyîn Habasch, Dr. Îbrahîm Mahmud, niviskar Murat Dagdelen, rojnemawan Orhan Kaya, niviskar Yusuf Kaynak, hunermend Nûzan û Saîd Dêreşî û gelek kesên din jî beşdarî şahîyê bûn.

Di şahîyê da xebat û tekoşîna PSK ya 50 salî bi sînevîzîyonekê hat nîşandan.

Gelek peyam ji bo pîrozkirina şahîya 50 salîya PSK ya Wuppertalê hatibûn, ku ew in:

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistan birêz Îsmail Kamil, Serokê Platforma Kurdistan li Hamburgê birêz  M. Ali Yildirim, Serokê Navend ji bo Lêkolînên Kurdî li Bonnê birêz  Metin Încesu, Serokê Federasyona Komelên Kurd li Swêd birêz Berzan Koçkaya, yek ji damezranerên PSK siyasetmedar Farûk Aras, siyasetmedar Naile Aras, Siyasetvan birêz  Mustafa Kiliç. niviskar birêz  Cankurd, birêz Dr. Îlhan Kizilhan, Yekîtîya Niviskarên Kurdistan li Sûrîyê, nivîskar û sîyasetvan Kutbettîn Ozer.

Di şahîyê da hunermendê dengxweş Serdar Yildiz, Bilal Akdeniz, Samîra Mamezede û Zehra Zînê di şahîye da bernama muzikê pêşkêş kirin.

Şahîya pîrozbahîya 50 salîya PSK ya Wuppertalê seat 15.00 da dest pê kir û di seat 19.00 da bi serkeftî bi dawî bû.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik