Me weke gelê Kurd têkoşîneke mafdar û bi rûmet a sed salî li
pey xwe hişt. Li hemberî hemû êrîş, zilm û zordariyan me tu carî çok neda erdê.
Me dev ji nasnameya xwe ya netewî û doza xwe ya azadiyê berneda.
Di têkoşînê da her tim ketin jî heye, lê ya girîng ew e ku
dîsa rabî li ser piyan. Piştî her seknê bikaribî rêwîtiya xwe bi wêrekî
bidomînî. Di têkoşîna azadiyê de windakirin tune ye. Têkoşîna azadiyê têkoşînek
wisa ye ku her kêlî û her qonaxa wî bi serkeftinan tê honandin.
Îro dîsa em li ber qonaxekê dîrokî ne. Li herêma ku em lê
dijîn guherînên mezin çêdibin ku ji nêz ve bandorê li çarenûsa gelê me dike. Em
wek milet bi derfetên mezin re rû bi rû ne. Lêbelê, rîsk jî ne kêm in. Em di
ezmuneke hebûnê ya dîrokî de derbas dibin.
Lê nabe ku em bêhêvî bin.
Em miletek in ku bihejmar car ji erdê rabûne û dîsa me li
ber xwe daye. Em ji kevneşopiya têkoşînê ya ku di demên herî tarî yên dîrokê de
mûcîze afirandine, tên. Ya ku divê em bikin ev e ku em dersên pêwîst ji borîye
derxin û bi gavên bi biryar û bi nûkirina xwe têkoşînê bimeşînin. Tevî her
tiştî û di bin her şert û mercî de em ê bi baweriyeke mezin têkoşîna azadiyê
bidomînin.
Di 100 salên derbasbûyî de me di rêya azadiyê de serkeftinên
girîng bi dest xist.
Gelê Kurd îro li gorî berê gelekî hişyartir e. Herêma başûrê
welatê me xwedî statuyeke azad û federe ye. Divê em vê destkeftiyê wek çavên
xwe biparêzin. Li Rojava gelê me gelekî nêzî azadiyê ye. Bi rihê yekîtiya
neteweyî, bi stratejiyeke hevpar û dîplomasiyeke afirîner em dikarin sala 2025an
bi azadiya gelê xwe yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê tacîdar bikin.
Mifteya serkeftinê ya ewil yekbûn e. Tiştê ku heta niha me
nekarî bi rêk û pêk bikin ev e. Divê em vê pêk bînin. Weke milet divê em hevdu
hembêz bikin û bibin yek. Hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li çar parçeyan divê
em yekîtiya xwe pêk bînin. Divê em hêza xwe li ser rêya azadiya netewî bikin
yek, cudahiyên xwe wek dewlemendî qebûl bikin. Ti hêz nikare gelê ku hêza xwe
kiriye yek û nav mala xurt kiriye, bîne ser çokan. Gelê me vê yekê ji me
dixwaze. Şert û merc pêwîstiya yekitiya netewî li me ferz dikin. Werin em destê
xwe bidin hev. Werin em bicihanîna wesiyeta Ehmedê Xanî weke erka xwe ya dîrokî
bicîh bînin.
Li hemberî hemû bêîmkanî û zehmetiyên ku em pê re rû bi rû
ne em ê bi ser bikevin. Baweriya me bi îradeya gelê me ya azadiyê û ezmûna
têkoşînê heye. Hêzên ku mafên me yên netewî desteser kirine, di nav têkçûn û
rizîna kûr de ne. Ew nikarin mîna berê xwe birêve bibin. Li Rojhilata Navîn
statûkoya ku li ser bingeha zext, mêtingerî û talanê hatiye avakirin, her ku
diçe têk diçe. Cîhan di lêgerîna nîzamek nû de ye. Ji bo ku em van şert û
mercan ji bo gelê xwe veguherînin divê pêşbînî û îradeyekê pêwîst nîşan bidin.
Divê em vê pêk bînin.
Em ê bi ser bikevin.
Bi van hestan sersala we pîroz dikim, saleke tijî ronî û
azadî dixwazim.
31.12.2024
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partiya Sosyalîst a
Kurdistanê
(PSK)